"Şewbê xist bîra me de ku zimanê me, dînê me cihê be jî çarenivîsa me hevbeş e"

Serok Erdogan got, "Şewbê xist bîra me de ku zimanê me, dînê me cihê be jî çarenivîsa me hevbeş e. Bi fê têgihiştinê me kelûpelên tibbî şandin 57 welatan."

"Şewbê xist bîra me de ku zimanê me, dînê me cihê be jî çarenivîsa me hevbeş e"

Serok Recep Tayyîp Erdogan vîdeo peyamek şand bo "Çalakiya Teahuda Navneteweyî ya Miqabelya Kurewî ya Koronavîrusê" ku bi pêşengiya Komîsyona YEyê tê lidarxistin.

Erdogan anî ziman ku bi sedema civîna kabîneyê beşdarî wê civînê nebûye û got, "Şewbê xist bîra me de ku zimanê me, dînê me cihê be jî çarenivîsa me hevbeş e. Bi fê têgihiştinê me kelûpelên tibbî şandin 57 welatan."

Serok Erdogan derbarê têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de wiha axivî:

"Li tenişt çalakiyên me yên millî, em piştevaniya xebatên kurewî yên teşxîs, tedawî û geşepêndana vaksînê dikin. Vaksîna Kovîd-19ê pêdivê bibe malê hevbeşê teveka cîhanê. Pêdivê ji bo vaksînê garantiya pêdekirina kurewî bê danîn."

Erdogan sebarê piştevaniya maddî ji bo hewlên geşepêndana vaksînê got, "Piştî nirxandinan meblexa ku em tesbît kin emê heta 23yê gulanê îlan bikin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE