Şewba vîrûsa koronayê

Li gelek bajaran welatî maskeyan çêdikin.

Şewba vîrûsa koronayê

Şewba vîrûsa koronayê li giştiyê cîhanê belav bû. Ji bo têkoşîna li hemberî şewbê him saziyên dewletê him welatî bi dil û can hewl didin. Li gelek bajaran welatî maskeyan çêdikin.

Li Bingolê li navenda perwerdeya gel jinan dest bi çêkirina maskeyan kir.

Jin li vir serê rojê 6 saetan dixebitin.

Maskeyên tên çêkirin wê bê pere ji bo saziyên dewletê û welatiyan bên belavkirin.

Li Tatvana Bitlisê ciwanên dildar dii bin banê navenda ciwaniyê ya Tatvanê de rojê 200 heb maskeyên taybet çêdikin.

Maskeyên taybet ewilî ji bo xebatkarên tendurisityê dû re jî ji bo hêzên ewlekariyê tên belavkirin.

Li Beytuşebaba Şirnakê li navenda perwerdeya gel jinan dest bi çêkirina maskeyan kir.

Li vir serê rojê 600 maske tên çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE