Şewba vîrûsa koronayê

Birayên Kiziltepeyî baş bûn û ji nexweşxaneyê derketin

Şewba vîrûsa koronayê

Li Kiziltepeya Mardinê nexweşên vîrûsa koronnayê lêkolîner û nivîskar Mahmut Kiliç û birayê wî Mehmet Kiliç, ji nexweşiya koronayê filitîn. Herdu bira ji nexweşxaneyê derketin. Wê li 14 rojan li malên xwe di karantînayê de bin.

Li Kiziltepeya Mardinê 6 roj ewil ji ber semptomên nexweşiyê du birayan serî li nexweşxaneyê da.

Hat tespîtkirin ku lêkolîner û nivîskar Mahmut Kiliç û birayê wî Mehmet Kiliç nexweşên koronayê ne.

Demildest tedawiya wan dest pê kir.

Piştî 6 rojan tedawiya wan temam bû û rewşa wan baş e.

Herdu bira ji nexweşxaneyê derketin.

Kiliç ji bo keda xebatkarên tenduristiyê spas kir.

Wê 14 rojan li mala xwe di karantînayê de bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE