Sewqiyata eskerî ya ji bo ser sînorê Sûriyeyê

Hat hînbûn ku dê personel û wesayitên eskerî li navçeyên Suruc û Akçakaleyê bi cih bibin.

Sewqiyata eskerî ya ji bo ser sînorê Sûriyeyê

Karwana wesayitên eskerî ya ku bi mebesta teqwiyeya yekeyên ser sînorê sûriyeyê tên şandin, ber bi Suruc û Akçakaleya navçeyên Şanliurfayê ve bi rê ketin.

Karwana ku ji 30 wesayitan yên weke TIRa tank lê barkirî, kamyona muhîmat barkirî û ji otobosan pêk tê ji 20emîn Fermandariya Tugaya Zirxdar a li Şanliurfayê derket, di navenda bajêr re derbas bû û ber bi xeta sînor ve bi rê ket.

Hat hînbûn ku dê personel û wesayitên eskerî li navçeyên Suruc û Akçakaleyê bi cih bibin.

Hat dîtin ku ekîbên cendirmeyê û polîsên trafîkê refeqeta karwanê dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 09:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE