Li Çewlîkê haziriya qurbanan dest pê kir. Heywanên ku li gundan hatibûn xwedîkirin li TIRan bar kirin û şandin bajarên rojavayê.
Ji bo ku di navbera heywanan de nexweşî belav nebe jî tevdîr hatine girtin.
Rêvebiriya çandiniyê ya Çewlîkê TIR dezenfekte kirin.
Li bajarê Mûşê jî heman hazirî hebû.
Piraniya heywanên li Mûşê ber bi Stenbolê ve bi rê dikevin.
Qurban yek bi yek li wesaîdan hatin barkirin.