Sewqkirina heywanên qurbanê bo bajarên mezin zêde bû

Li Borseya Heywanan a Agriyê ku her sal di serdema Eyda Qurbanê da bo bajarên mezin ên wekî Ankara, İstanbul, Îzmir, Bursa û Kocaeliyê heywan tên sewqkirin, di demeke ku ji eydê ra çend roj maye da liv û tevger zêde bû.

Sewqkirina heywanên qurbanê bo bajarên mezin zêde bû

Li Agriyê ku di warê hebûna heywanan da yek ji parêzgehên sereke yên Turkiyeyê ye, bi nêzîkbûna Eyda Qurbanê va bajarên mezin di serî da sewqiyeta heywanên qurbanê bo bajarên rojava zêde bû.

Li Borseya Heywanan a Agriyê ku her sal di serdema Eyda Qurbanê da bo bajarên mezin ên wekî Ankara, İstanbul, Îzmir, Bursa û Kocaeliyê heywan tên sewqkirin, di demeke ku ji eydê ra çend roj maye da liv û tevger zêde bû.

Heywanên ku zivistanê di goman da û li ser dirûngeyê tên alifkirin û her wiha bihar û havînê jî li zozanan tên çêrandin, di van rojan da bo firotanê tên bazarê. Di bazara ku gelekî qelebalix e da welatî û heywandar di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da bazariyê dikin.

Li bazara ku bi piranî heya nîvro gelekî qelebalix e, peywirdarên Midûriyeta Çandinî û Daristanê jî kontrolên xwe pêk tînin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Agriyê Kenan Engin di daxuyaniya da û diyar kir ku Agirî, di warê hebûna heywanan da bi 400 hezar serî dewar û milyonek û 335 hezar pez va û her wiha bi 28 hezar ton hilberîna goşt a salewextê va yek ji parêzgehên sereke yên Turkiyeyê ye.

Engin diyar kir ku liv û tevgera germ a firotina heywanên qurbanê ku çend roj berê dest pê kir, zêde bûye û wiha dewam kir:

"Nexasim di serdema qurbanê da ji parêzgeha me bo bajarên rojava sewqiyeta heywanan pir zêde dibe. Di serdema Eyda Qurbanê ya 2019an da ji parêzgeha me bo bajarên cuda yên rojava 36 hezar serî dewar û 150 hezar jî pez hatin sewqkirin. Di demeke ku eyd nêzîk bûye da ji parêzgeha me heta niha qedera 20 hezar serî dewar, qedera 50 hezarî jî pez hatin seqkirin. Ji ber pandemiyê, em pêşbînî dikin ku amarên par hinekî bikevin. Lê dîsa jî heywandarên me sewqiyeta heywanên qurbanê bo bajarên rojava didomînin."

Heywandar Îsmaîl Çinar jî diyar kir ku wî 45 serî dewarê ku çend meh e di hundir da xwedî dike, şandin Stenbol û Bursayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE