Li ser înternetê malperên vîzeyan teklît kirin, bi pere sîteyên xwe danîn rêza herî jor û mirov xistin dafika xwe. Li dijî sextekarên vîzeyê li 8 bajaran operasyonên hemdem hatin kirin.
Bi şopandina hêzên ewlekariyê nêzikî 120 kes hatin tespîtkirin.
Ev kes sîteyên vîzeyan teklît dikin, pere didin motorên lêgerînê yên înternetê û bi vî awayî malperên xwe datînin rêza herî jor.
Bi vî şiklî mirovan dixin dafika xwe.
Van sextekaran 29 şîrketên sexte jî ava kirine û serê mehê nêzikî milyonek û 200 hezar lîre pere dikeve destê wan.
Polîs ew şopandin, amadehiyên xwe temam kirin û li 8 bajaran li ser van sextekaran operasyona hemdemî kirin.
Gelek kes hatin binçavkirin.
Di lêgerînan de gelek belge û agahî hatin bidestxistin.