''Seyaheta 125 hezar kesan hat astengkirin''

''Seyaheta 125 hezar kesan hat astengkirin''

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir, li ser medyaya civakî agahiyeke şaş bela bûye û tê gotin ku 100 hezar însanên nexweş di navbera bajaran da seyahatê dikin û wiha dewam kir: "100 hezar nexweşên me tunene. Nêzî 100 hezarî kesên ku qala wan tê kirin heta wê demê seyahta wan bi saya koda HESê hatiye astengkirin, kesên ku pozîtîf in an jî têkiliya wan bi kesên pozîtîf ra çêbûye, îfade dike."

Koca li ser Twitterê daxuyanî da û got ku bi nûçeya rojnameyekê va li ser medyaya civakî agahiya şaş bela bû û di vê agahiya şaş da wiha tê gotin, "100 hezar însanên nexweş derketina seyahetê û navbera bajaran da diçin û tên."

Koca wiha dewam kir:

"100 hezar nexweşên me tunene. Nêzî 100 hezarî kesên ku qala wan tê kirin heta wê demê seyahata wan bi saya koda HESê hatiye astengkirin, kesên ku pozîtîf in an jî têkiliya wan bi kesên pozîtîf ra çêbûye, îfade dike.

Bi koda HESê va 125 hezar û 246 kesên ku dixwastin bi wesayîtên komî seyahetê bikin, ji ber ku rîska wê hebû, seyaheta wan hat astengkirin. Ev jimara ji destpêka bikaranîna koda HESê heta niha ye ku ev seyaheta ev qas kesan hatiye astengkirin. Ji hedefên me yên sereke yek jî zêdekirina bikaranîna koda HESê ye. Bikaranîna qada ewle bi koda HESê va pêkan e. Di têkoşînê da bihevrabûn hêza wê yekê ye ku me ji vîrusê xelas bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE