Seyrangeha herî mezin a herêmê

Seyrangeha herî mezin a herêmê li Tetwanê tê çêkirin...

Seyrangeha herî mezin a herêmê

Li Tetwana Bilîsê qada herî mezin ya geşt û seyranê ya herêmê tê çêkirin. Li vê qada 150 donim eraziyî sûlav, şanoya amfî, germav, qadên sporê û yên zarokan wê werin çêkirin.

Li Tetwana navçeya Bilîsê qada herî mezin a seyrangehê ya herêmê tê çêkirin.

Li vê qada 150 donimî, du cobar digihîjin hevdu û ev der wê bibe sûlav.

Şaredarî wê zêde dest nede şiklê wê yê sirûştî û wê rewşa derdorê baştir bike.

Li vê seyrangehê şanoya amfî, germav, qadên sporê, ciyên lîstikê yên zarokan, qadên meşê û barbeku wê hebin.

Şaredarê Tatvanê Mehmet Emin Geylani got,"Welatî wê ne bitenê ji bo saetek û du saetan werin vir. Ku seranserê rojê li vir bin jî çi hewce be wê bikaribin bi hêsanî temîn bikin. Wesaîdên navbajêr jî wê werin vê derê. Ev der ne bi tenê ji bo Tetwanê ye, wê xızmetê bİde hemû bajarên derdorê."

Bi tevdîran, bi şev û roj ewlehiya qadê wê pêk were.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE