Sezona kaşûnê dest pê kir

Turîst dawiya heftê tên navendê û kaşûnê dikin.

Sezona kaşûnê dest pê kir

Li Sarıkamışa Karsê navendên kaşunê hene. Dawiya heftê derketina derve qedexe ye. Lê ji bo turîstan qedexe tune ye. Turîst tên navendê û bi têra dilê xwe kaşunê dikin.

Bi hatina zivistanê re li sarikamişa Karsê wextê kaşûnê dest pê dike û eleqeya welatiyan jî zêde ye.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê dawiya heftê derketina derve qedexe ye.

Lê ev qedexe ji bo turîstan nayê sepandin. Turîstên ku di otêlan de betlaneyê dikin dawiya heftê diçin navendê û kaşunê dikin.

Bi berfa dawî stûriya berfê derket 45 santîman û pîst ji bo kaşunê amade ne.

Welatî dikarin di nava heftê de biçin navendê û bi têra dilê xwe kaşunê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE