Sezona turîzmê vebû

Çav li rê ne îsal 2 milyon turîst werin Şanliurfayê...

Sezona turîzmê vebû

Îsal jî sezona turîzmê vebû. Ligel remezane jî turîst berê xwe didin cihên dîrokî. Ji bo ku îsal li rihayê sala xerabreşkê ye, eleqeyeke mezin heye. Derdora gola xelîl û rehman û tirbeyan jî qelebalix e.

Riha yek ji bajêrên navêndên baweriyê ye.

Li bajêr îsal jî sala Xerabreşkê hat îlankirin…

Bi destpêka sezona turîzmê tevî ku meha Remezanê ye jî eleqeyeke mezin heye.

Him turistên xwemalî him jî yên biyanî berê xwe didin cihên dîrokî û xwezayî.

Li ber gola Xelîlûl rehmanê gelek turîst hene.

Îsal çav li rê ne ku nêzî 2 milyon turîst bên dîtina bajêr.

Rihayî jî dixwazin seferên teyareyan zêdetir bibin û çûnûhatin hêsantir bibe.

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE