SGKyê 30 dermanên din jî xiste nav lîsteya dermanên berdêlên wan tên dayîn

Selçuk: "Dermanên me xiste lîsteya berdêla wan paşve tên dayîn dermanên antîbakteriyel, dermanên ji bo nexweşiyên dil tên bikaranîn, yên ji bo vîtamînê, KOAH, epîlepsî, analjezik, antîtrombotîk, yên hesin û yên ji bo nexweşiyên bêhnhildanê pêk tên."

SGKyê 30 dermanên din jî xiste nav lîsteya dermanên berdêlên wan tên dayîn

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk daxuyand 30 dermanên di nav wan da yên KOAH, epîlepsî û dil jî hene li ser lîsteya dermanên ku berdêlên wan têne dayîn hatin zêdekirin.

Selçuk di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî li gor biryarên ku di Komîsyona Tibbbî û Nirxandina Aboriyê da hatine dayîn 30 dermanên din jî xiste nav lîsteya berdêlên wan têne dayîn.

Selçuk wiha got: "Dermanên ku me xiste nav lîsteya berdêla wan paşve tên dayîn dermanên antîbakteriyel, dermanên ji bo nexweşiyên dil tên bikaranîn, yên ji bo vîtamînê, KOAH, epîlepsî, analjezik, antîtrombotîk, yên hesin û yên ji bo nexweşiyên bêhnhildanê pêk tên."

Selçuk got bi van 30 dermanan va hejmara dermanên ku berdêla wan tê dayîn yên li hundirê welêt gihîşte 8 hezar û 547an.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 15:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE