SGKyê 413 derman daxilî lîsteya îlawe ya paşvedayînê kir

 Wezîr Selçukê ji bo Teblîxa Der Barê Verastkirina Guherandina Teblîxa Sepana Sihetê ya Saziya Ewlehiya Civakî ku di jimara mukerer a Rojnameya Fermî hat weşandin da daxuyanî da.

SGKyê 413 derman daxilî lîsteya îlawe ya paşvedayînê kir

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê diyar kir ku bi verastkirina Teblîxa Sepana Sihetê ya SGKyê ya nû hat weşandin va 45 jê yên qansêrê bi tevahî 413 derman daxilî lîsteya îlawe ya paşvedayînê kirin. 

 Wezîr Selçukê ji bo Teblîxa Der Barê Verastkirina Guherandina Teblîxa Sepana Sihetê ya Saziya Ewlehiya Civakî ku di jimara mukerer a Rojnameya Fermî hat weşandin da daxuyanî da.

Selçukê diyar kir ku bi verastkirinê 22 jê ji dervayê welêt 45 dermanên qansêrê û bi tevahî 413 derman daxilî lîsteya îlawe ya paşvedayînê kirin û wiha pê da çû: "Ji wan dermanan 13 heb berê ji hêla Yekîtiya Dermanfiroşên Tirk va dihatin temînkirin û bi vê verastkirinê va êdî xwegihandina van dermanan hêsantir e."

Di axaftina xwe da Selçukê got ku dermanên qansêrê di serî da ew dermanên ji bo tedawiya ducanîtiyê, nexweşiyên kronîk, alerjî, enfeksiyon, HIV, DHA, NHL û hîperkolesterolemiyê da dihatin bikaranîn wê li dermanfiroşên bi Saziya Ewlehiya Civakî ra peymana wan heye bên peydakirin.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Kanûn 2018, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE