Sibê Qendîla Beratê ye

Mizgîniya meha Remezanê Qendîla Beratê wê sibê bê pîrozkirin

Sibê Qendîla Beratê ye

Qendîla Beratê ya ku mizgîniya meha Remezanê ye wê sibê bê pîrozkirin.

Qendîla Beratê şeva 15emîn a meha Şebanê ye.

Meha şebanê ji sê mehên pîroz ya duyemîn e ku sê mehan di 8ê adarê da dest pê kiribû.

Peyva "Beraet"ê hatiye kinkirin û bûye berat, ev jî li gor dînê Îslamê tê meneya xwe ji gunehan paqijkirinê, paqijbûnê, ji hêla Xwedê va efûbûn û rehmetê.

Roja 15emîn a meha şebanê ya sala duyemîn a hîcretê Hz. Mihemed ji bo ziyaretê çûbû mescîda Benî Selemeyê. Dema wî nimêja nîvro dikir, di rekata duyemîn da ayetek nazil bûbû ku qible ji Mescîda Eqsayê ber bi Mescîda Heram va guheriye.

Hz. Mihemed û cimaeta nimêj dikir berê xwe dan Kabeyê ku ev bû sembola yekîtiyê. Ev bûyera dîrokî yek ji wan sedeman e ku şeva Beratê biqîmet e û tê pîrozkirin.

Tê gotin Hz. Mihemed der barê Qendîla Beratê da wiha gotiye;

"Şeva 15emîn a meha şebanê bi îbadetê derbas bikin, rojê jî rojiyê bigrin. Lewra Xwedayê mezin vê şevê bi rehmeta xwe di esmanê dinyayê da tecellî dike û dibêje 'Kesî ku tobe dike tune gelo ez tobeya wî qebûl bikim. Kes tune ku riziq bixwaze ez rizqê wî bidim, Kes tune ku şifayê bixwaze ez şifaya wî bidim. Kes tune ku tiştekî bixwaze ez daxwaza wî bidim."

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE