Betlaneya Newrozê li Îranê 14 roj in. îsal jî di betlaneyê de gelek îranê hatin wanê. Îranî her sal di wextê newrozê de sifreya heftsînê datînin. li Wanê xwediyê otêlekê ji bo mişteriyên xwe yên Îranê sifreya heftsînê hazir kir. îraniyên ku ev sifre dîtin gelek kêfxweş bûn.
Sifreya heftsînê li Îranê kevneşopiyeke berê ye. Li gorî kevneşopiyê her sal di wextê newrozê de her malbat li mala mezinê malbatê kom dibin, mala mezinê malbatê jî, ji bo mêvanan sifreya heftsînê hazir dikin.
Li ser sifreyê 7 xwarinên taybet hene û navê hemî xwarinan jî, bi tîpa “S”yê dest pê dike. Her xwarinek bi serê xwe tê meneyeke cuda. Ev xwarin 7 nemirên çîrokî jî temsîl dikin. Peyva “heft” a li serê wê jî tê vê meneyê jixwe.
Îranê ev hezar û 400 û yek sal in vê kevneşopiyê didominin.