Şikeft û tunelên ji berfê

Li Çiyayê Mereto ya li Sasona navçeya Batmanê ya bilindahiya wê 2 hezar û 973 mêtre ye zivistanê qalindahiya berfê digihÊje 10 metreyî. Şikeft û tunelên piştî berf dihele derdikevin holê merivan şaş û metel dihêlin

Şikeft û tunelên ji berfê

Li Çiyayê Mereto ya li Sasona navçeya Batmanê ya bilindahiya wê 2 hezar û 973 mêtre ye zivistanê qalindahiya berfê digihîje 10 metreyî. Şikeft û tunelên piştî berf dihele derdikevin holê merivan şaş û metel dihêlin.

Berfa zivistanê li lûtkeya Çiyayê Meretoyê dibare bi germbûna hewayê dihele û şikeftên bilindahiya wan 3 mêtre, tunelên dirêjahiya wan 50 mêtreyî derdikevin holê.

Şikeft û tunelên bêhempa hem ji gelê herêmê hem jî ji wênekêşên tebîetê eleqeyê dibînin.

Tê texmînkirin ku 20 roj şûnda şikeft û berfê tam bihele û tunel şikeft jî ji holê rabin. Kesên dixwazin wêneyên tunel û şikeftan bikişînin derdikevin rêwîtiyeke dijwar.

Hezkiriyên wênekêşiyê bi wesayîtê ji Sasonê derdikevin rê û saetekî şûnda digihêjin gundê Qereyunê, paşê jî bi qasî nîv saetî hilpaskî çiyê dibin.

Wênekêşên amator di dawiya rêwîtiyê da digihêjin herêmê û wêneyên herêma merivan şaş û metel dihêle dikişînin.

 "Werin ziyareta gund"

Mehmet Basê mixtarê Qereyunê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şikeft û tunel zehf kaw xanê dikin.

Bas destnîşan kir ku bangî her kesî dike ku werin gundê wan û wiha pê da çû: "Li vê derê qalindahiya berfê digihêje 8 metreyan. Hin caran ji ber aşîtê qalindahî derdikeve 15 mêtreyan. Em zivistanê gelekî zor û zehmetiyê dikişînin lêbelê dema şikeft û tunel derdikevin holê giştî ji bîr dikin. Em li benda ziyaretvanan in ku werin dîtina vê derê."

"Germahiya hundirê şikeftê di binê sifirê da ye"

Tarhan Îrtemê wênekêş jî got dema van dîmenan dibînin zor û zehmetiya rêwîtiyê ji bîr dikin.

Îrtem got ku di demeke salê da şikeft û tunelên ji berfê çêdibin dibe her kes wan bibînin û wiha axivî: "Em ji bo wêneyên tunel û şikeftên ji berfê çêdibin bibînin hatin gundê herî bilind ê Sasonê. Li derva germahiya hewayê 30 pile ye, hundirê şikeftê di binê sifirê da ye. Hundir gelekî sar e. Tê gotin ku zivistanê qalindahiya berfê derdikeve 10 mêtreyî. Havînê jî bi germbûna hewayê va berf dihele şikeft û tunel çêdibin. Armanca me ew e ku hem bibînin hem jî dîmenan bikişînin."

"Me dîmenên bêhempa dîtin"

Sabahattîn Atalay jî destnîşan kir ku bilindahiya şikefta 3 mêtre, dirêjahiya tunelan ji 50 metreyî hetanî 100 mêtreyî ye.

Atalay diyar kir ku dibê her kes vê derê bibîne û wiha pê da çû: "Bilindahiya Çiyayê Meretoyê 2 hezar û 973 mêtre ye. Em hatin vê derê. Piştî rêwîtiyeke dijwar me dîmenên bêhempa dîtin."AA

Dîroka nûkirinê: 02 Tebax 2019, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE