Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê xebatên verastkirinê yên li şikefta Eshabê Kehf a li navçeya Licêyê didomîne.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, Walî Munîr Karaloglu li Licêya ku ji bo civîna nirxandinê çû, şikefta ku tê îdiakirin Eshabê Kehf lê razaye, ziyaret kir û telîmat da ku dewrûbera wê were verastkirin.
Serokatiya Daîreya Parq û Baxçeyan ji bo ku şikeft li turîzma baweriyê were vekirin, di ziyareta xwe da welatî bi rihetî derkevin ciyê şikeftê û li wir bikaribin ibadetên xwe bikin, proje amade kir.
Di çarçoveya projeyê da li ser 290 metrekare erdî mescid û avdestxane hat çêkirin.
Her wisa ekîban li ser rêya ku hildikişe şikeftê nerdewana kevir çêkir.
Serokatiya Daîreya Parq û Baxçeyan ji bo ku ziyaretvan bikaribin lê vehesin, dê mobîlyayên darîn ên ku li dîmena deverê tê li dewrûbera şikeftê bi cih bike.
AA