Şikefta Zaxê ya 5 qatî ya 26 odeyî ziyaretvanan hijmetkar dihêle

Şikefta Zaxê ya 5 qatî ya 26 odeyî ziyaretvanan hijmetkar dihêle

Şikefta Zaxê ya 5 qatî ya 26 odeyî ya li Quşburniya gundê Bîngolê ji hezkiriyên dîrok û tebîetê bû navnîşaneke teze.

Şikeftên bi destê merivan hatine çêkirin û bi qedeme bi hev ra hatine girêdan bi xweşikahî û tebîeta xwe va ziyaretvanan şaş metel dihêlin. Şikeft 23 kîlomêtro dûrî bajêr e û li fêza Bendava Qelekoya Jorê ye.

Piştî destpêkirina pêvajoya normalbûnê eleqeya meriv nîşanî şikeftê didin zêde bû û ziyaretvan di geran da firsenda dîtina şikeftê bi dest dixin.

Ziyaretvanên tên herêmê bi şirît û kindiran derdikevin şikeftê û bi dîmena ku dibînin va şaş û metel dimînin.

Kenan Nîhat Elçiyê Serokê Komeleya Wêne û Sînemeyê ya Bîngolê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di van demên dawîn da eleqeya nîşanî herêmê didin zêde bû.

Elçî got komeleya wan her sal diçe gera şikeftê û wiha axivî: "Ji sedsala 5an a piştî mîladê hetanî roja me li ser piyan maye. Her qat ji hev cihê ye, bi pêlekanên di navbera qatan da diçin û tên. Wekî mayîn qadên 5-10 mêtroyî kur ên wekî depo hatine bikaranîn hene."

Elçî got şikeft ji bo kesên ji dervayî bajêr hatine balkêş e dibê were dîtin û wiha pê da çû: "Gerok dibê vê derê bibînin, dîmenên vê derê bêhempa ne."

Mahmut Çakanê hîndekarê Zanîngeha Bîngolê yê ji bo ziyaretê hatibû herêmê jî destnîşan kir ku ji ber nexweşiyê navber dabûn geran û niha dîsa dest bi gerê kirin.

Çakan got berê gelek caran şikeft bihîstibûn û hatin dîtina wê û pêşniyaz dike ku bira her kes vê derê bibîne.

Mahîr Zoroglanê cara ewil hat ziyareta şikeftê jî got bi dîtina vê derê şaş û metel ma.

Esra Çîçeka xwendekara zanîngehê jî got ev dera ji hêla dîmenan va bêhempa ye û dibê her kes were û bibîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE