Şikeveke kevn a 25 tonî, çend meh beriya vê ji midûriya ferîbotê ya gola Vanê, hatibû anîn tetwana bilîsê. Şikev li baxçeyê Lîseya Teknîkê ya Seydî Alî Reîsê hatibû danîn. Xwendekarên beşa behravaniyê niha di vê şikevê de derbarê tamîrkirina tekneyan de dersan dibînin.
Li Midûriya Ferîbotê ya Gola Vanê şikeveke 25 tonî ji ber ku kevn bûbû, hatibû avêtin.
Lîseya Teknîkî ya Seydî Alî Reîsê jî ev şikev ji Wanê anî Tatvana Bitlisê û li baxçeyê mektebê danî.
Xwendekarên lîseyê ku di beşa behrevaniyê de dixwînin niha di şikevê de derbarê tamîrkirina tekneyan de dersan dibînin.
Rayedarên Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr dibistan ziyaret kirin û bi xwendekarên behravaniyê re sohbet kirin.
Bi saya vê xizmetê him şikeva kevn nebû çop, him jî xwendekar di teknê de dersan dibînin û perwerde dibin.