Şikeva masiyan li tankerê da

Li Kilyosê şikev qulibî avê, 3 masîvan hatin xilaskirin, 3 kes winda ne.

Şikeva masiyan li tankerê da

Li Perava Kîlyosa tengava Îstanbulê şikeva masiyan û tankerek li hev qelibîn. şikev qulibî avê. ji 6 xebatkaran 3 kes hatin xilaskirin. ji bo dîtina 3 masîvanên din xebatên lêgerinê dewam dikin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Îstanbulê qeza danê sibê di saet 6 û 35an de çêbû.

Tankera Rûs û şikeva masîgran a Tirk li hev qelibîn.

Piştî qezayê şikev noqî avê bû.

Ji 6 xebatkarên şikevê, 3 ji wan ji aliyê şikevên li herêmê hatin xilaskirin.

3 masîgir jî wenda bûn.

Ekîbên Fermandariya Ewlehiya Peravan û Midûriya Giştî ya Qeraxê jî hatin alîkariyê.

Fermandariya Ewlehiya Perawan diyar kir ku; helîkopterek û wesayîdên behrê jî li herêmê alîkariyê didin xebatan.

Tengava Îstanbulê ji ber mija zêde danê sibê ji çûnûhatina keştiyan re ji bo demekê hat girtin.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2020, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE