Sinirlioğlu: Ev şer, şerê başî û xirabiyê ye

Nûnerê Mayînde yê Neteweyên Yekbûyî Ferîdun Sinirlioğlu bangî civaka navneteweyî kir.

Sinirlioğlu: Ev şer, şerê başî û xirabiyê ye

Nûnerê Mayînde yê Neteweyên Yekbûyî Ferîdun Sinirlioğlu bangî civaka navneteweyî kir. Sinirlioğlu got “ev şerê baş û xiraban e, her kes spasiyên xwe pêşkêş dike lê em li hêviyê ne hûn berpirsiyariyê jî parve bikin.” Herwiha got “divê konseya ewlehiyê rê li ber bersûcên şer bigire.” Di konseya ewlehiyê ya neteweyên yekbûyî de welatan piştgirî da Turkiyeyê û bertek nîşanî rejîma esed dan.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşa rejîma Sûriyeyê ya li dijî leşkerên Turkiyeyê , bi banga Îngilistanê wek lezgîn civiya.

Nûnerê Mayînde yê Turkiyeyê Feridun Sinirligoğlu di civînê de axivî û bangî civaka navneteweyî kir. Siniroğlu got “ev şerê baş û xiraban e. Hûn hemû spasiyên xwe pêşkêş dikin lê êdî em lihêviyê ne hûn berpirsiyariyê jî parve bikin.”

Sinirlioğlu diyar kir divê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşiya sûcdarên şer bigire. êrîşên rejîma Esed rasterast li dijî aştî û ewlehiya neteweyî gefeke mezin e.

Sinirlioğlu da zanîn Tirkiye şer naxwaze lê ger ewlehiya me bikeve tengasiyê em ê bersivê bidin.

Sinirlioğlu bal kişand ku rejîm hewl dide Îdlib vala bibe û got “Hebûna Turkiyeyê ya li Îdlibê li pêşiya şerê mirovahiyê yê Esed astengî û ji bo bi milyonan însanan jî garantiya alîkariya mirovî ye.”

Sinirlioğlu rexne li nûnerê Sûriyeyê jî girt û got “ew kesê ku ne nûnerê rewa yê Sûriyeyê ye hêj li paldana xwe rûniştiye û dibêje milyonek kes terorîst e.”

Nûnerê mayînde yê Emerîkayê Kelly Craft jî êrîşa li dijî leşkerên Turkiyeyê şermezar kir û got “Mafê Turkiyeyê ye ku xwe bi xwe biparêze.”

Nûnerê Mayînde yê Îngilistanê Jonathan Allen jî got “Bi mirina 32 leşkeran em şoq bûn. Em vê êrîşa li dijî leşkerên Turkiyeyê şerzar dikin.”

Nûnerên Rûsya û Çînê piştgirî da Esed.

Nûnerê Rûsyayê Nebenzya jî got em li ber mirina leşkerên Tirkiye û Sûriyeyê xemgîn in.

Nebenzya êrîşên li dijî sivîlên li Îdlibê jî wek têkoşîna li dijî terorê bi nav kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE