Siracê ji Diyarbekirê li dibistanê di navbera dersan da defê dixe

Li Bağlara navçeya Diyarbekirê xwendekarekî 8 salî yê bi navê Siraç Tekîn li dibistanê di navbera dersan da defê dixe û bi vê qabiliyeta xwe va mamoste û hevalên xwe kêfxweş dike.

Li Bağlara navçeya Diyarbekirê xwendekarekî 8 salî yê bi navê Siraç Tekîn li dibistanê di navbera dersan da defê dixe û bi vê qabiliyeta xwe va mamoste û hevalên xwe kêfxweş dike.

Siraç Tekîn li Dibistana Seretayî ya Baglarê ya Arîf Emînoglu xwendekarê pola 2yemîn e. Ji ber ku dereng hîn dibe, di heman demê da li navendeke rehabilîtasyonê jî perwerdeya taybet dibîne.

Tekîn ji ber ku baş defê dixe, ji ber vê qabiliyeta wî her kes eleqeyê nîşanî wî dide. 

Tekîn dema 6 salî bûye meraqa wî li ser defê çêbûye û ew ji defvanê taxê Ramazan Kinik hînî deflêxistinê bûye. Ji wê rojê pê va ew defê dixe û defa xwe jî bi xwe ra dibe dibistanê.

Li dibistanê dema navber ji bo dersan tê dayîn Tekîn li baxçe defê dixe, hevalên wî jî li ber defê govendê digrin. Armanca wî ew e ku di dahatûyê da ew vê qabiliyeta xwe pêşva bibe û him jî bibe polês.

 "Dema ez defê dixim pir kêfxweş dibim"

Tekîn got ew bi lêxistina defê kêfxweş dibe û wiha axivî: "Dema ez defê dixim pir kêfxweş dibim, hevalên min jî kêfxweş dibin. Lê ez dixwazim bibim polês."

"Defa xwe jî dibe dibistanê"

Gulistan Tekîna diya Siraç jî got kurê wî di 6 saliya xwe da hînî lêdana defê bûye û wiha axivî: "Di dewatan da jî defê dixe. Li salonên dewatan çavê wî li defê ye. Gelekî jê hez dike, jê kêfxweş dibe. Defa xwe jî bi xwe ra dibe dibistanê."

"Siraç xwedî qabiliyeteke mezin e"

Mamosteya muzîkê Neşe Sarikanê jî got rojekê Siraç li baxçeyê dibistanê defê xistiye û wê demê haya wan ji qabiliyeta wî çêbûye û wiha axivî: "Siraç xwedî qabiliyeteke mezin e. Guhê wî yê ji bo muzîkê pir baş e û ez jê bawer im ewê gelek karên baş bike. Midûrê me piştgiriyê didê. Înşallah malbata wî jî piştgiriyê bide wî ku Siraç karên gelek baş bike. Çavê hevalên Siraç li wî ne. Em bi hev ra bi kêfxweşî dixebitin. Perwerde pir baş e, baş dimeşe. Bi vî awayî xwendekar dibistanê hez dikin, baştir hîn dibin."

"Rojekê li baxçeyê defê xist, em gişk bûn heyrana wî"

Midûra dibistanê Meral Bozokalfayê jî got çi hewce bike ew dikin û wiha axivî: "Rojekê di çalakiyekê da got 'ez defê dixim'. Ez şaş û metel mam. Paşê em bi malbata wî ra axivîn. Rojekê bi defa xwe va hat dibistanê, li baxçeyê defê xist, em gişk bûn heyrana wî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE