Şirnexa ku gihîşt aramiyê dixwaze mazûvaniya mêvanan bike

Şirnexa ku gihîşt aramiyê dixwaze mazûvaniya mêvanan bike

Bajarê Şirnexê ya ku gihîşt aramiyê dixwaze bi berhemên xwe yên çandî û xwezaya xwe ya xweş va mazûvaniya mêvanan bike.

Şirnex ji hêla çand û xwezayê va cihekî gelekî xweş e ku piştî gihîşt aramiyê dixwaze turîzm pêşva here û turîst bên ziyareta bajêr.

Li bajêr gelek cihên dîrokî yên wek Keleha Finîkê, Çemê Cehenemê, Mizgefta Mezin, Medreseya Sor, Tirbeyên Nûh Pêxember, Mem û Zîn û Îsmaîl Ebûl Îz, Keleha Cizîrê, Qişleya Hemîdiyeyê hene.

Doç. Dr. Sedat Çelîkê Hîndekarê Perwerdeya Bilind a Karsaziya Turîzm û Otelê ya Zanîngeha Şirnexê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi hevkariya Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) di sala 2019an da "Projeya Curbicurkirina Turîzma Tê Meşandin ya Rotayên Çand û Turîzmê" hat destpêkirin.

Çelîk got bi saya vê projeyê û piştgiriya şirketên turîzmê ziyaretvanên ji bajarên din tên digerin, ew jî wek zanîngeh hewl didin fikrên nebaş ên der barê herêmê da ji holê rabin û ji bo vê yekê dixebitin.

- "Ziyaret wê hê zêdetir bin"

Çelîk got di çarçoveya vê projeyê da 215 qefleyên turîstan yên ji 20-25 kesan pêk tên di 2019an da hatin bajêr û wiha dewam kir: "Ji ber şewbê proje par baş nekete rewacê. Îsal her hefte 2-3 qefleyên turîstan tên Îdil, Cizîr, Guçlukonakê û cihên dîrokî ziyaret dikin. Ev destpêk e, mêvan bi kêfxweşî ji vir veqetiyan. Salên bê ziyaret wê hê zêdetir bin. Armanca me ew e ku em bajarê xwe him li dinyayê û him jî welatê xwe bidin nasîn."

Çelîk anî ziman zanîngeh hewl dide bi taybetî qadên çand, turîzm û hunerê da cih bigire ji 2017an vir va ew der barê turîzmê da xebatên zanistî pêk tînin, lewra ew girîngiyê didin turîzma ku çand, dîn, ziman û însanan nêzîkî hevdu dike.

Çelîk got ku turîstên bi pêşdaraziyê tên piştî ku herêmê dibînin fikra wan diguhere û wiha domand: "Di vê mijarê da nêrîna li hemberî Şirnexê ya piçek neyînî bû digûhere û di qada nasandinê da bi kêr tê. Her çiqas xwedî pêşdarazê bin jî dixwazin bajêr bibînin. Lewra Şirnex bi salane her carê bi mijarekê va dixin rojevê. Ew yek jî berê miletê dide vê derê û meraqa wan zêdetir dike. Bi saya wê meraqê jî ew pêşdaraza berê ya bo vê derê teqez diguhere. Turîzm ji bo pêşdaraziyan wek derman e. Dema meriv binirxîne ji hêla aboriyê va tê nirxandin. Dema pêşdarazên me li hemberî Şirnex, welêt û herêmê biguherin ev yek wê pir bi kêr bê. Li welatê me hin kes ji bo van deran xwedî pêşdarazê ne û nêrînên wan ên neyînî jî wê bi saya turîzmê biguherin."

- "Bi saya gerê hevnasî çêdibe"

Xwediyê acenteya turzîmê Huseyîn Elçî got ku li herêmê bi saya aramiyê di nav 4 salên dawîn da hatina ber bi herêmê va zêdetir bû û ew mêvanan dibin Mîdyada navçeya Mêrdînê Îdil û Cizîra navçeyên Şirnexê û li wan deran digerînin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Elçî got: "Ez wisa difikirim ku pêşdaraziyên mirovan ên li hemberî van deran êdî sist bûne. Bi saya van geran wê hevnasî zêde bibe. Bi vê sayê wê bên li van deran bigerin him wê ji tirsa nav dilê xwe ya li hemberî vê derê û him jî ji wê pêşdaraziyê wê xilas bibin."

- Ziyaretvan jî ji halê xwe razî ne

Hatîce Çakira ku diyar kir ew li Stenbolê parêzeriyê dike ji ber hatiye herêmê xwe gelekî bi siûd dibîne û ragihand ku Cizîr devereke dîrokî ye û bêhna şaristaniyê jê tê û wiha domand: "Bi rastî jî min gelek jê hez kir. Ez herî têm vê herêmê kêfxweş dibim. Gereke pir xweş bû. Niha difikirim ku ez ê careke din jî bêm."

Oznur Durasa ji Stenbolê hatibû got ku wê pir dixwest were herêmê û wiha dewam kir: "Gereke xweş bû û ez pêşniyazî herkesî dikim. Ji bo pêşdarazî nemînin gerên wiha gelekî baş in û ez wisa difikirim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE