Siruşta Sariqamîşê xemla xwe li xwe kir

Sariqamîşa navçeya Qersê ku 2 hezar û 200 raqim bilind e û demsala wê ya zivistanê dirêj e, di meha hezîranê da siruşt bi xwe va hat û rengîn bû

Siruşta Sariqamîşê xemla xwe li xwe kir

Sariqamîşa navçeya Qersê ku 2 hezar û 200 raqim bilind e û demsala wê ya zivistanê dirêj e, di meha hezîranê da siruşt bi xwe va hat û rengîn bû.

Li Sariqamîşa ku bi daristanên Sariçamê va dorpêçkirî ye, bi xweşikahiya xwe ya siruştê û jiyana kovî, lale, çîçekên zer, spî û binevşî yên ku Sulu Dere, Acisu û Newala Keklîkê vebûn va merivan hejmetkar dihêle.

Li Geliyê Keklîkê siruşt bi şelaleyên piçûk, minminîkên ku li ser çîçekan datînin, werdekên ku avjeniyê fêrî cûcikên xwe dikin va xemilî.

Serokê Komeleya Siruşta Bakur, Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Utah û Koçê Doç. Dr. Çagan Şekercîoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Sariqamîşê meha herî xweş hezîran e û ji bo kesên ku li bajarên mezin, li herêma Qersê ji germê tengijîne Sariqamîş vê gavê ji bo wan hema bêje wekî bihuştê ye.

Şekercîoglu diyar kir ku çîçekan her der xemilandiye, her der keskahî ye, minminîk li ser van çîçekan datînin, çivîk minminîkan dixwin, hirçê boz e, gur e, werşeq e, ji her cisn heywan vê gavê li daristanên Sariqamîşê digerin û kêfa biharê dikin.

Şekercîoglu destnîşan kir ku Sariqamîş, Qers êdî bi turîzma zivistanê, bi Ekspresa Rojhilatê va tê rojevê, lê ev der ne tenê zivistanê, biharê jî pir xweş e û got bira hemû welatiyên me werin û vê xweşikahiya bêhempa bibînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Hezîran 2019, 09:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE