Siruşthez stresa pêvajoya Kovîd-19ê li ser Gola Krater a Nemrûdê davêjin

140 endamên Kulûba Sporên Gelî û Siruştê ku ji bajarên cuda hatine û li ber Gola Krater a Nemrûdê çalakî li dar xistin, hilpazî tepa Çiyayê Nemrûd bûn.Siruşthez piştî 4 saet meşê derketin tepa çiyê û li herêma ku hemû rengên payîzê xwe didin der, çay vexwarin û wêne kişandin.

Siruşthez stresa pêvajoya Kovîd-19ê li ser Gola Krater a Nemrûdê davêjin

Gola Krater a Nemrûdê a li Tetwana navçeya Bidlîsê van rojan ji aliyê siruşthezên ku dixwazin ji stresa pêvajoya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) xelas bibin, di nav siruştê da bigerin va pir tê ziyaretkirini.

Gola Nemrûd ya di çarçoveya projeya Destinasyonên Bijarte yên Ewropayî da "Xelata Bêhempabûnê" sitand bi xweşikahiyên xwe siruştî, hewaya xwe ya paqij û dîmena xwe ya bêhempa va merivan cezb dike. 

Piştî ku tengavkirinên ji ber pêvajoya Kovîd-19ê hatin rakirin, siruşthez hatin qada ber gola krater di hewaya paqij da meşiyan.

140 endamên Kulûba Sporên Gelî û Siruştê ku ji bajarên cuda hatine û li ber Gola Krater a Nemrûdê çalakî li dar xistin, hilpazî tepa Çiyayê Nemrûd bûn. 

Siruşthez piştî 4 saet meşê derketin tepa çiyê û li herêma ku hemû rengên payîzê xwe didin der, çay vexwarin û wêne kişandin.

Serokê Kulûba Sporên Gelî û Siruştê Omer Demez diyar kir, wan bi grûbeke 140 kesî va li ber gola krater a herî mezin a Tirkiyeyê çalakî li dar xist.

Demez diyar kir ku rengên payîzê bi şînahiya golê ra dîmenên bê hempa derdixe holê  û di pêvajiya Kovîd-19ê da wan demeke dirêj çalakî li dar nexistin û wan bîra siruştê kir.

Mamoste Nazan Sariya ku ji Wanê beşdarî çalakiyê bû jî got ku piştî demek dirêj ew hatin nav siruştê û ev der pir xweş e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE