Piştî ku li herêmê aramî û ewlehî pêk hat êdî welatiyên siryanî yên li Ewropayê jî vedigerin gundên xwe. herî dawî 80 malbat hatin ser milkê bav û kalan.
Ev der gundê Ênhil ê Siryaniyan e. Gund bi ser Midyada Mêrdînê ve ye.
Siryaniyên vî gundî û 20 gundên din beriya 30 salan bar kiribûn û çûbûn Ewropayê.
Piştî ku li herêmê aramî û ewlehî çêbû niha êdî vedigerin gundên xwe.
Herî dawî 80 malbat vegeriyan û wan, xaniyên xwe bi qaîdê berê ava kirin.
Tê gotin ku wê vegera Siryanîyên Midyadê dewam bike.