Sitûriya berfê gihîşt 120 santîmetreyî

Li bajêr ekîbên Rêbejayê bênavber dişixulin da ku rêyên sereke neyên girtin û herwiha rêyên girtî yên gundan vekin

Sitûriya berfê gihîşt 120 santîmetreyî

Li Tunceliyê piştî barîna berfa ku ev hefteyek e bi navber dewam dike, sitûriya berfê gihîşt 120 santîmetreyî.

Ji ber berfa ku ev hefteyek e li seranserê bajêr dibare û dem demî tesîra wê xwe zêdetir nîşan dike, di veguhestinê da zehmetî derdikevin.

Ekîbên Şeftiya Şaxa Tunceliyê ya 86emîn a Rêbejayê, rêbejayên Tuncelî-Erzincan û Tuncelî-Elazığ di serî da li rêyên navçe û gundan xebatên xwe yên paqijkirina berfê didomînin.

Operatorê makîneya şixul Suleyman Odak ku li navçeya Hozatê xebatên paqijkirina berfê dike, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li navçeya Hozayê ji bo vekirina rêyan, ew bi 3 makîneyên şixul bênavber dixebitin û wiha got, "Ji bo ku welatî zehmetiyê nekişînin, em bênavber dixebitin."

Odak bal kişand ku ekîb bi xîret dixebitin û wiha dewam kir, "Niha li ciyê ku em lê be sitûriya berfê 80-90 santîmetre ye, lêbelê di navbera Ovacik-Hozatê bi qasî 110-120 santîmetreyî ye."

Li parêzgehê ekîbên Rêbejayê bênavber dişixulin da ku rêyên sereke neyên girtin û herwiha rêyên girtî yên gundan vekin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE