Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Sitêrka ku di sedsala 21an da diçûrise Tirkiyey ye. Bi îzn û quweta Xwedê tu kesê nikaribe rê li ber pêşvaçûn û pêşketina vî gelî bigire."
Erdogan li Navenda Çandê ya Şahînbeyê di Civîna Meclisa Şêwrê ya Gazîentabê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan der barê pîtbullên ku li Gazîentabê bi keçikekê girtin da wiha axivî, "Zarokek perçe kirin û ev zilam hewl didin ku 'em çawa bavê wê bixapînin.' Hûn ê nikaribin bixapînin û hûn ê bên cirimkirin."
Erdogan ji bona dermankirina Asiye Ateşa ku li Gazîentabê du pîtbull berizînê û birîndar bû got ku ji destê me çi were em ê bi baldarî bikin û bi hekîmên xwe yên herî baş bidin dermankirin.
Serokomar Erdogan diyar kir sitêrka ku di sedsala 21an da diçûrise Tirkiye ye û got ku bi îzn û quweta Xwedê tu kesê nikaribe rê li ber pêşvaçûn û pêşketina vî gelî bigire.
AA