Şivanî dikir niha dê bibe doktor

Xwendekarên kurd ligel şertên gelek zor beşên serkeftî qezenc dikin

Şivanî dikir niha dê bibe doktor

Encamên bicihbûna ezmûna zanîngehê eşkere bûn. li herêmê, gelek xwendekaran serkeftinên girîng bi dest xistin. li şirnex û rihayê jî digel derfetên kêm gelek xwendekaran tip û hekîmtiya diranan qenzenc kirin. di nav wan de şivanek jî heye…

Xwendekar bi encama bicihbûna ezmûna zanîngehan serbilind bûn.

Gelek xwendekarên kurd di ezmûnê de pûanên baş wergirtin û li zanîngehan di beşên serkeftî de bi cih bûn.

Ji wan xwendekaran yek jî Musa Keçikiranê ji Sêwerega Rihayê ye. Musa him bû şanaziya dê û bavê xwe him jî serbilindiya mamosteyên xwe.

Musa ji bo kêmderfetên malbatê şivanî dikir û di demên xwe yên vala de jî ji bo biçe unîversiteyê li dersên xwe dixebitî.

Bi eşkerebûna bicihkirina zanîngehan him Musa him jî malbata wî serbilind bûn, lewra Musa hekîmiya diranan qezenc kir û dê bibe doktor.

Li Şirnexê jî xwendekar bi ser ketin.

Gelek xwendekarên Şirnexî di ezmûnê de pûanên baş wergirtin û li zanîngehan bi cih bûn.

Îsal li Şirnexê bi temamî 45 xwendekaran fakulteya TIP’ê, 42 xwendekaran fakulteya hiqûqê û 27 xwendekaran jî hekîmiya diranan qezenc kir.

Serkeftina xwendekarên Hezexê îsal li ber çavan bû.

Dema derfet û hizûr hebe serkeftina xwendekaran jî zêde dibe û kêfa wan tê..

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2018, 11:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE