Şivan û pezê di rê da ma, bi destê ekîban hat xilaskirin

Bi pezê xwe ra li 2 hezar û 800 mêtre bilindahiyê mehsûr ma...

Şivan û pezê di rê da ma, bi destê ekîban hat xilaskirin

Li Hakkariyê ji ber rewşa hewayê şivan bi pezê xwe ra li 2 hezar û 800 mêtre bilindahiyê mehsûr ma, bi xebatên ekîbên paqijkirina berfê hat xilaskirin.

Hamdî Ertuşê pezê xwe li taxa Kavakliyê diçêrand bi destpêkirina berfê va ji bo pezê xwe bibe gundê Otlucayê derkete rê.

Ertuş pezê xwe anî bajaroka Durankayayê û dît ku rêya gundê wan ji ber berf û bagerê xitimiye û li bintara Çiyayê Şivekurê mehsûr ma.

Li ser bangê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr hatin rê vekirin û Ertuş gihandin gund.

Hamdî Ertuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kirk u 2 roj e di rê da ye û li quntara Çiyayê Şivekurê mehsûr ma.

Ertuş destnîşan kir ku ji ber rêya girtî haya ekîban pê xist û wiha axivî: "Ekîban rêya gurtî vekirin. Ez jî diçim gundê xwe. Hewa zehf sar e, rêya me hindik ma. Ekîb her tim bi mera hevalrêtiyê dikin. Xwedê ji wan razî be. Li herêmê ji çokekê zêdetir berf barî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE