Sûka Xêrê

Şaxa İHH’ê ji bo hewcedaran kermes vekir.

Sûka Xêrê

Li Batmanê, şaxa Komeleya Alîkariya Însanî ÎHH’ê Sûka Xêrê vekir. Dildarên komeleyê li sûkê cil û berg û xwarinan difroşin. Pereyên ku tên berhevkirin jî wê bidin hewecedaran.

Dildarên Komeleya Alîkariya Însanî ÎHH’ê, li Batmanê Sûka Xêrê vekir.

Di sûkê de cil û berg û xwarinên ji hev xweştir tên firotin. Temamê wan bi destê xwedanxêran hatine çêkirin.

Komele her sal kermesên bi vî rengî çêdike. Pereyên ku tên berhevkirin jî dide neçaran.

Sûka Xêrê dê 3 rojan vekirî be. Xêrxwaz dikarin werin kermesê û him tişt bikirrin, him jî alîkariya belengazan bikin.

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE