Bi hevkariya Şaredariya Kayapınar û Weqfa Diyanetê, ji bo hewcedaran sûka xêrê hat vekirin. Di vê sûkê de hewcedar li gorî dilê xwe pêwistiyên xwe werdigrin û dibin malên xwe.
Bi hevkariya Weqfa Diyanetê û Şaredariya Kayapinarê ji bo hewcedaran projeyeke alîkariyê hat amadekirin.
Bi vê projeyê ji bo feqîran Sûka Xêran hat vekirin û ev sûk weke marketekê xizmetê dide hewcedaran.
Di marketê de ji cil û bergan bigirin heta bi alavên qirtasiyeyê, ji xurekan bigirin heta bi alavên paqijiyê gelek cûreyên reyonan hene.
Refên vê marketê bi rêya xebatkarên weqfê, bi alîkariya xêrxwazan tên tijîkirin.
Hewcedar her meh dê bi dilê xwe hewcedariyên xwe li gorî puanên xwe hilbijêrin û bibin nav zarokên xwe.Welatî jî ji vê xizmeta weqfê gelekî razî ne û hewcedariyên xwe ji vir dikarin peyda bikin.
Ji aliyê weqfê ve heta niha du marketên bi vî awayî ketine ximzeta welatiyan.