Skêca bi kurdî: "pîvaz"

Skêc dê di demeke nêz de wê li ser ekranên TRT Kurdîyê be

Skêca bi kurdî: "pîvaz"

Di demeke nêz de li ser ekranên me wê programeke nû dest pê bike. Navê programê pîvaz e û cureya wê komedî ye.

TRT Kurdî wek kanaleke malbatî û Kurdî him li Turkiyeyê him jî li gelek deverên cîhanê tê şopandin.

Di nav bernameyan de ji mûzîk û belgefîlman bigirin heya pêşbazî spor û sît-komê gelek programên cuda hene.

Ji ber ku çanda kurdan tîne ser ekranê kêfa kurdan ji programên kanalê re tê.

Di demeke nêz de li ser ekranên TRT Kurdiyê wê progremeke nû jî dest pê bike.

Navê programê Pîvaz e û cureya wê komedî ye.

Program li Kercewsa Batmanê tê çêkirin.

Gelê Kercewsê kêfxweş e ku skêceke bi Kurdî li navçeya wan tê çêkirin.

Cara ewil li Kercewsê bernameyeke bi vî şiklî tê çêkirin.

Derhênera Skêçê Yeşim Asbaş: "em bi kêf û şahî vê skêcê çêdikin. Ev projeya me ji bo civakî wê kêrhatî be, bibe mînakeke baş. Hin lîstikvanên me berê derketine ekranên trt kurdîyê, hin jî yên nû ne. Ji bo vê xebatê em ji rêvebirên trt'ê, rayedarên bajêr û gelê kercewsê re spas dikin."

Temaşevanên TRT KURDÎyê hin lîstikvanên vê skêcê nas dikin.

Welatiyên Kercewsî dixwazin li bajarê wan xebatên bi vî şiklî bêtir bên kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE