Îskeleya kevn a Tetwanê xuya kir

Bi kêmbûna ava Gola Wanê îskeleya kevn derket meydanê.

Îskeleya kevn a Tetwanê xuya kir

Ji ber germbûna kurewî ava Gola Wanê roj bi roj dadikeve. Bi daketina avê re gelek avahiyên kevn ên di bin golê de mane jî yeko yeko derdikevin meydanê. Yek ji wan avahiyan îskeleya kevn a Tetwanê ye. Îskeleya 60 salî ku heta niha di bin avê de mabû, bi vekişîna avê derket meydanê.

Gola Wanê ji germbûna kurewî zirareke mezin dibîne. Lewra ava golê roj bi roj kêm dibe.

Bi kêmbûna avê re, gelek avahiyên kevn ên di binê avê de jî yeko yeko derdikevin meydanê. Yek ji wan avahiyan, îskeleya kevn a Tetwanê ye.

Îskeleya 60 salî ku heta niha di bin avê de bû, piştî kêmbûna ava golê derket meydanê.

Bi xuyakirina îskeleya kevn re wênekêş û welatiyên meraqdar çûn ber îskeleyê û bi dilê xwe wêne girtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE