Sûlava gap’ê ya Dêrika Mêrdînê, him bi xwezaya xwe him jî bi ava xwe ya gur balê dikişînê. Sûlava ku beriya 3 salan wek parka xwezayî hat îlankirin, him ji bo geşt û gerê him jî ji bo avdana eraziyên herêmê navendeke gelek girîng e.
Sûlava GAP’ê ya li Dêrika Çiyayê Mazî, yek ji parkên xwezayî yên herêmê ye.
Sûlava ku him bi ava xwe, him jî bi xwezaya xwe balê dikişînê, ji bo geşt û ger û seyranê, cihekî taybet e.
Lewra her sal ku dema ava wê radibe, gel û wênekêşên herêmê berê xwe didin vir, li vir kom dibin.
Lêbelê îsal derdora sûlavê bêdeng û xalî ye. Çimkî di çarçoveya tevdîrên koronayê de milet nikare derkeve derve.