Sûlava Gemrûkê ku cihekî dîrokî û kevnare ye bi ava bendava meydankê diherike. Ji ber van taybetiyên xwe her tim bala xelkê herêmê dikişînê. Piştî aramî û ewlehiyê, êdî milet ji bo geşt û gerê diçin derdora sûlavê.
Ev Sûlav ji dema Romayiyan ve bi nav û deng e.
Beriya şerê navxweyî yê li Sûriyê, ev der ji bo xelkê herêmê wek mekanê geşt û gerê û seyranê bû.
Lêbelê piştî şer, xelkê herêmê lingê xwe ji vir birî û sûlav tenê hişt.
Piştî aramî û ewlehiyê xelkê Efrînê, ji nû ve dest bi çûyîna ser sûlavê kir.
Niha ji Efrîn, Ezaz û derdorê gelek kes tên vir, him li vir avjeniyê dikin, him jî wexteke xweş derbas dikin.