Sûlava Muradiyeyê ya qerisî dişibe bûka bixêlî

Sûlava Muradiyeyê her demsal dibe xwedî rengekî û di van rojên zivistanê ku sir û seqem zêdeye da jî ava wê qerisiye û mîna bûkeke xêlîspî xuya dike.

Sûlava Muradiyeyê ya qerisî dişibe bûka bixêlî

 Li Muradiyeya navçeya Vanê ji ber sir û seqema zêde qismekî Sûlava Muradiyeyê ku li herêmê yek ji berhemên siruştî ye herî xweşik e û her demsal xwedî reng û rûçikekî din e, qerisî.

Sûlava Muradiyeyê her demsal dibe xwedî rengekî û di van rojên zivistanê ku sir û seqem zêdeye da jî ava wê qerisiye û mîna bûkeke xêlîspî xuya dike.

Gelek ziyaretvanên ji hundir û dervayê welêt tên dîtina Sûlava Muradiyeyê û ewder niha ji ber ku qerisiye dişibe travertenên li Denizliyê.

Germahiya hewayê ya li herêmê di bin sifirê da heta 20 pileyî daket û qismekî Sûlava Muradiyeyê ya ku li ser Çemê Bendîmahê ye jî qerisî.

Tevlî sûlava qerisî guliyên dar û berên li der dorê ku di sermayê da qeşa girtine jî dîmenên xweş raxistin holê.

Welatiyên ji ger û geştê hez dikin tetîla nîvesalê jî ji xwe ra wek fersend dîtin û hatin û xwe ji xweşiya sûlava qerisî ya mîna bûka bixêlî xuya dike mehrûm nehiştin.

Ji welatiyan Mehmet Kiliçogluyê ji Diyarbekirê hatibû got ku ew bi taybetî ji bo dîtina vê xweşiyê hat.

Aynur Aytîn a wêneyan dikişîne jî diyar kir ku dîmenên niha li Sûlava Meydanê xuya dikin ji bo wênekêşan wek resmên xêzkirî ne.AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2020, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE