Sûlavên Yabanardi û Şêxandede yên li Diyarbekirê wek parqên sirûştî hatin tescîlkirin

Sûlavên Yabanardi û Şêxandede yên li Diyarbekirê wek parqên sirûştî hatin tescîlkirin

Midûriyeta Giştî ya Parastina Sirûştî û Parqên Neteweyî, Sûlavên Yabanardi û Şêxandede yên li navçeya Egîlê ne wek Parqa Sirûştî îlan kir.

Sûlavên Yabanardi û Şêxandede yên li navçeya Egîla ku bi germavên xwe tê zanîn ji ber xweşiyên xwe balê dikişînin.

Herdu parq ji alî Midûriyeta Giştî ya Parastina Sirûştî û Parqên Neteweyî va wek Parqa Sirûştî ya Sûlavên Yabanardi û Şêxandede hatin pesendkirin.

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam da û diyar kir ku biryar li ser xêrê be û destnîşan kir ku Sûlavên Yabanardi û Şêxandede û geliyê di navbera wan da wek parqa sirûştî hatin îlankirin.

Walî Karaloglu di peyama xwe da got: "Di serî da Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirlî jî tev ez ji hemû kesên di vê mijarê da xwedî kedin ra sas dikim."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE