Parlamenterê Sêwazê yê AK Partiyê Îsmet Yilmaz wek Serokê Koma TBMMyê yê AK Partiyê hat hilbijartin.
Koma AK Partiyê ji bo ku Serokê Komê yê nû bê hilbijartin ji çapemeniyê ra girtî civiya.
Parlamenterê Enqereyê yê AK Partiyê Nacî Bostanci ji ber ku di çarçoveya hilbijartinên 2023yan da wê Navenda Giştî ya AK Partiyê wezîfeyê bike cihê wî vala bû.
Di civînê da ji bo ku şûna wî Serokê Komê yê nû bê eşkerekirin hilbijartin çêbû.
Parlamenterê Sêwazê yê AK Partiyê Îsmet Yilmaz 241 deng hilda û bû Serokê Koma AK Partiyê.