Ji ber şewba koronayê qadên pîknîkê ji bo welatiyan hatin girtin. Ji ber vê yekê şînahiya park û baxçeyan geş bû. Niha jî berx û mêşîn li wan deran diçêrin.
Ji ber qedexeya çûyîna park, baxçe û qadên pknîkê, li van deran şînahî gelek geş bû.
Ev yek ji bo çêrandina ajalan bû fersendek.
Li Ercişa Vanê parka pîknîkê ji kar û berxan re ma.
Berx û mêşîn lê diçêrin, dronan jî dîmenên wan qeyd kirin.
Di qedexeya derketina derve ya 3 rojan de, xwediyê ajalan ji mudiriya çandiniyê destûr digrin û heywanên xwe diçêrînin.