Şêniyên gund ji bo pirsgireka ava vexwarinê ji rêvebiran alîkarî xwest

Şêniyên Danişman û Çevikliya Midyatê dixwazin li gundên wan depoya avê bê çêkirin

Şêniyên gund ji bo pirsgireka ava vexwarinê ji rêvebiran alîkarî xwest

Şêniyên gundên Xirabê Reş û Emerê Axoyên Mîdyada Mêrdînê, bi salan e pirsgireka wan a ava vexwerinê heye. gundî ji rêvebiran dixwazin ku ev pirsgirek bê çareserkirin û li gundên wan depoya avê bê çêkirin.

Xirabê Reş û Emerê Axo…

Ev her du gundên Mîdyada Mêrdînê bi salan e pirsgireka wan a ava vexwerinê heye.

Şêniyên gund bi bîdon û satilan avê dikşînîn malên xwe.

Lê ev yek ne têrî wan ne jî têrî heywanên wan dike.

Ji ber ku li gundê wan şebeke û depoya avê tune ye vê zehmetiyê dikşînin.

Şêniyên gund ji rêvebiran alîkariyê dixwazin ku ev pirsgirek bê çareserkirin.

Gelê gund li bendê ye ku şebeke û depoya avê li gundê wan bê çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE