Sînorê Wan û Îranê bi çêkirina dîwarekî 64 kîlomêtroyî va wê bêtir ewle be

Walî û Cigirserokê Şaredar Mehmet Emîn Bîlmez: Ji bo ewlehiya sînorê me hemû derfet tên bikaranîn. Bi çêkirina dîwêr va rê li ber qaçaxçîtiya koçberan û derbasbûna terorîstan wê bê girtin.

Sînorê Wan û Îranê bi çêkirina dîwarekî 64 kîlomêtroyî va wê bêtir ewle be

 Sînorê di navbera Wan û Îranê da bi baregeh, qereqol û dewriyeya eskeran va 24 saetan tê çavdêrîkirin, lê çêkirina dîwarekî 64 kîlomêtroyî va sînor wê bêtir ewle be.

Xebatên têkoşîna dijî terorê, rêlibergirtina qaçaxçîtî, bazirganiya hişbirê û koçberên bêdestûr dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da di navbera Wan û Îranê da dîwarekî 64 kîlomêtroyî wê bê çêkirin ku ewlehiya sînor bêtir xurt be.

- "Ji bo ewlehiya sînorê me hemû derfet tên bikaranîn"

Walî û Cigirserokê Şaredar Mehmet Emîn Bîlmez ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dirêjahiya sînorê di navbera Wan û Îranê da 295 kîlomêtro ye.

Bîlmez got çêkirina dîwarê li sînorê başûr û bakur heta sînorê Wanê gihîştiye û wiha axivî: "Ji aliyê Agiriyê heta sînorê Wanê dîwar hat çêkirin. Îhaleya çêkirina dîwarê li sînorê Wanê jî par hat kirin. Li ser sînorê me dîwareke 64 kîlomêtroyî wê bê çêkirin. Qisma ji kevirê sînor ya ku hejmara wê 120 e dest pê dike heta kevirê sînor ya ku hejmara wê 208 e di 3 etaban da hat îhalekirin, teslîmî şirketên ku wê çêbikin, kirin. Dema hewa xweş be ewê dest pê bikin. Wekî din bircên optîk tên çêkirin. Tevahî 67 birc ketin dewreyê. Ji bo ewlehiya sînorê me hemû derfet tên bikaranîn."

Bîlmez anî ziman bi çêkirina dîwêr va rê li ber qaçaxçîtiya koçberan û derbasbûna terorîstan wê bê girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE