Waliyê Wanê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Emîn Bîlmez diyar kir ku hemû ekîbên ewlehiyê bi nêrîna "sînor namûs e" va bi şev û roj dixebitin û wiha domand: "Demek berê li herêmê 3 terorîstên PKKyê hatin berterefkirin. Li vê derê him têkoşîna li dijî terorê tê domandin û him jî ji bo rê li ber qaçaxçîtiya mirovan bê girtin hewl tê dayîn."
Bîlmez û Midûrê Giştî yê Îdareya Koçê Dr. Savaş Unlu ji bo kontrolê çûn ser xeta sînorê Îranê û der heqê kar û xebatên li wê derê tên kirin û lêkirina dîwarên moduler da ji rayedarên fîrmayan agahî hildan.
Walî Bîlmez daxuyanî da rojnamegeran û got ku di çarçoveya xebatên ji bo ewlehiya sînor tên kirin û tevdîrên tên hildan da ew hatin kontrola kar û xebatan û wiha domand: "Di navbera Wan û Îranê da 295 kîlometre sînor heye. Esker, polês û gundparêzên me li ser xeta sînor ewlehiya sînor pêk tînin û diparêzin."
Walî Bîlmez destnîşan kir ku di xebatên îsal da rê li ber 69 hezar û 156 koçberên dixwestin ji sînor derbas bibin hat girtin û sala par ev jimar nêzî 108 hezarî bû.
Waliyê Wanê Bîlmez ragihand ku sînorê di navbera Wan û Îranê da him bi şev û him jî bi roj di bin kontrola hêzên ewlehiyê da ye û tê kontrolkirin.
AA