Sînordarkirina daketin û derketina ji 31 bajaran 15 rojên din hat dirêjkirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku sînordarkirinên ji bo daketin û derketina 30 bajarên mezin û Zonguldakê ya bi rêya beja, asîman û behrê îşev ji saet 00.00ê pê va 15 rojên din hat dirêjkirin.

Sînordarkirina daketin û derketina ji 31 bajaran 15 rojên din hat dirêjkirin

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiya 81 bajaran ra giştînameya din a bi mijara "Tevdîrên Daketin, Derketina Bajêr" a der barê bi rêya beja, asîman û behrê daketin û derketina ji 30 bajarên mezin (Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Diyarbekir, Erzirom, Eskîşehîr, Gazîentab, Hatay, Stenbol, Îzmir, Kahramanmaraş, Qeyserî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Muxla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon û Wan) û Zonguldakê (bi wesayîtên veguhestina komî û wesayîtên taybet) hat şandin.

Di giştînameyê da hat bibîrxistin ku bi giştînameya Wezaretê ya di 3yê nîsana 2020an da sînordarkirina ji bo bi rêya beja, asîman û behrê daketin û derketina ji 30 bajarên mezin û Zonguldakê îşev dê saet 00.00ê pê va biqede.

Di giştînameyê da hat diyarkirin ku wekî hemû dinyayê li Tirkiyeyê jî tehdîda vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dewam dike û hat ragihandin ku sînordarkirinên ji bo daketin û derketina 30 bajarên mezin û Zonguldakê ya bi rêya beja, asîman û behrê îşev ji saet 00.00ê pê va 15 rojên din hat dirêjkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE