Sînordarkirina derketina derva ya 4 rojî ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li 81 bajêran dihat tetbîqkirin qediya.
Li tevahiya welêt bi gelemperî guh dan sînordarkirina derketina derva ya ku bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî roja erefeyê dest pê kir û li 81 bajêran seranserê Eyda Remezanê hat tetbîqkirin.
Seranserê sînordarkirina derketina derva ya 4 rojî da der heqê 47 hezar û 831 kesên ku îxlal kirin da miameleyên edlî û îdarî hatin kirin. Piştî xilasbûna maweya sînordarkirina derketina derve qediya di saetên sibehê de li Îstanbulê tevgerdariyê dest pê kir.