Sînordarkirina derketina derva ya dê dawiya hefteyê

Sînordarkirina derketina derva ya ku dê 1ê adarê roja duşemê saet 05.00ê da biqede dest pê kir.

Sînordarkirina derketina derva ya dê dawiya hefteyê

 Di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da sînordarkirina derketina derva ya ku dê 1ê sibatê roja duşemê saet 05.00ê da biqede dest pê kir.

Ji bilî yên ku îstisnaya wan hene hemû kargeh ji bo ku guh bidin maweya sînordarkirina derketina derva di saet 21.00ê da hatin girtin.

Rojên şemî û yekşemê ku sînordarkirin heye dê market, beqal, mêwefiroş, qesab û êmîşfiroş di navbera saet 10.00-17.00ê da vekirî bin.

Di nav heman seatan da market, beqal, mêwefiroş, qesab û êmîşfiroş û fîrmayên sîparîşê dê bikarin serwêsa malê bikin.

Rojên şemî û yekşemê firûn û kargehên ku ruhseda wan a berhemên arvanê hene û bayiyên wan ên nan difroşin dê vekirî bin.

Kargehên wekî loqente/restoran, pasten û şêranîfiroş îro dê heta saet 24.00ê tenê wekî serwêsa pakêt fealiyet bikin. Ev kargeh dê rojên şemî û yekşemê jî di navbera saet 10.00-24.00ê da fealiyetên serwêsa pakêt bikin.

Kesên dixwazin ku deynê xwe yê bacê bidin bi şertê ku li ba wan belgeyên agahiyên deynê heye dikarin dawiya hefteyê ji sînordarkirina derketina derva muaf bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE