Sînordarkirina derketina derva ya li 15 bajêran

Sînordarkirina derketina derva ya ku dê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû li 15 bajêran bê tetbîqkirin dê 19ê gulanê sêşemê nîvê şevê biqede

Sînordarkirina derketina derva ya li 15 bajêran

 Sînordarkirina derketina derva ya ku dê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da di 16-17-18 - 19ê gulanê li 15 bajêran bê tetbîqkirin dest pê kir.

Bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî sînordarkirina derketina derva ya li Enqere, Balikesîr, Bûrsa, Eskîşehîr, Gazîentab, Stenbol, Îzmir, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsûn, Wan û Zonguldakê dê 19ê gulanê sêşemê nîv şevê biqede.

16ê gulanê roja şemiyê û 17ê gulanê roja yekşemê ku sînordarkirina derketina derva heye dê marker, beqal, mêwefiroş, qesap û dezgehên ku firotina online dikin girtî bin.

18ê gulanê roja duşemê û 19ê gulanê roja sêşemê market, beqal, mêwefiroş û qesab dê di navbera saet 10.00-16.00ê da bikarin fealiyet bikin. Welatî ji bo hewcehiyên xwe yên mecbûrî dê bikarin biçin market, beqal, mêwefiroş û qesabên herî nêzî mala wan e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE