Sînordarkirina derketina derva ya li 24 bajêran

Di çarçoveya sînordarkirina derketina derva da 9ê gulanê roja şemiyê û 10ê gulanê roja yekşemê dê market, beqal û mêwefiroş girtî bin.

Sînordarkirina derketina derva ya li 24 bajêran

Sînordarkirina derketina derva ya ku dê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li 24 bajêran di 9 û 10 gulanê da bê tetbîqkirin dest pê kir.

Bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî heta 10ê gulanê saet 00.00ê ji bilî îstisnayan li Edene, Enqere, Balikesîr, Bursa, Denizlî, Diyarbekir, Eskîşehîr, Gazîentab, Stenbol, Îzmir, Kahramanmaraş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Mêrdîn, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdax, Trabzon, Wana di statuya bajarên mezin û li Zonguldakê derketina derva ji bilî îstisnaya ji bo hemû welatiyan hat sînordarkirin.

Di çarçoveya sînordarkirina derketina derva da 9ê gulanê roja şemiyê û 10ê gulanê roja yekşemê dê market, beqal û mêwefiroş girtî bin.

Dê di vê maweyê da firûnên ku nan çêdikin vekirî bin.

Kargehên ku şîranî difroşin dê tenê serwêsa malan bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE