Sînordarkirina derketina derva ya li 31 bajarî

Dawiya hefteyê firûnên ku lê nan tê çêkirin, sazî û dezgehên tenduristiyê yên kamûyê û yên taybet, dermanxane, PTT, şirketên belavkirina av, rojname û tupên mitbaxê dê vekirî bin. Kesên ku di pêkanîna ewlehiya kamuyê û navendên bangê yên acîl, AFAD, Heyva Sor a Tirkan, Yekîneyên Piştgiriya Civakî ya Wefayê da peywirdar in dê ji sînordarkirinê miaf bin.

Sînordarkirina derketina derva ya li 31 bajarî

 Sînordarkirina derketina derva ya ku dê li 30 bajarên mezin û Zonguldakê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da dawiya hefteyê bê tetbîqkirin dest pê kir. 

Sînordarkirina derketina derva di çarçoveya giştînameya Wezareta Karên Navxweyî da heta 20ê nîsanê saet 00.00ê dê li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denizlî, Diyarbekir, Erzirom, Eskîşehîr, Gazîanteb, Hatay, Stenbol, Îzmir, Kahramanmaraş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Muxla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdax, Trabzon û Wana di statuya bajarê mezin û li sînorên bajarê Zonguldakê bê tetbîqkirin.

Dawiya hefteyê firûnên ku lê nan tê çêkirin, sazî û dezgehên tenduristiyê yên kamûyê û yên taybet, dermanxane, PTT, şirketên belavkirina av, rojname û tupên mitbaxê dê vekirî bin. Kesên ku di pêkanîna ewlehiya kamuyê û navendên bangê yên acîl, AFAD, Heyva Sor a Tirkan, Yekîneyên Piştgiriya Civakî ya Wefayê da peywirdar in dê ji sînordarkirinê miaf bin.

Di serî da tenduristî û ewlehî ji bo pêkanîna tesîskirina nîzama kamuyê şaredarî dê ji bo temînkirina gihandina komî ya peywirdarên kamuyê tevdîran hildin. Ji bo ku belavkirina nan bi rêk û pêk bibe dê bi destê komîsyonên ku bin serokatiya walî û qaymeqamtiyan da bê avakirin ji bo her taxê plana belavkirinê bê kirin.

Ji bo domandina xizmetên kamuyê yên mecbûrî sazî û dezgehên kamuyê yên hewce dê dema sînordarkirina derketina derva da vekirî bimînin.

Dê der barê kesên ku guh nedin sînordarkirina derketina derva da miameleyên edlî û îdarî bên kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE