Sînordarkirina derketina derve ji wan re bû derfet

Di 4 rojên qedexeyê de qad û kolanan bi kulîlkan dixemilînin.

Sînordarkirina derketina derve ji wan re bû derfet

Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê 4 rojên qedexeyê ji xwe re kirin derfet û dest bi çandiniya kulîlkan kir. Kulîlkên zivistanê radikin û li dewsa wan kulîlkên havînê datînîn. Du milyon kulîlkên ku ji aliyê şaredariyê ve hatibûn hilberandin dê qad û kolanên bajêr bixemilînin.

Ji bo şewba koronayê belav nebe li seranserê welêt di cejna meha Remezanê de jî 4 rojan derketina derve hat ragihandin.

Li Diyarbekirê jî li aliyekî kontrolên qedexeyê hatin şopandin, li aliyekî jî xebatên şaredariyê bileztir bûn.

Şaredarî van 4 rojên qedexeyê wek derfetekê bi kar tîne û li kolanan kulîlkan diçîne.

Di qedexeyê de ji ber ku çûnûhatin kêm e xebatkar jî karên xwe bi hêsanî pêk tînin.

Şaredariya bajarê mezin kulîlkên xwe bi xwe hildiberîne. di van rojên qedexeyê de dê 2 milyon kulîlkên cûrbicûr biçîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE